Hevdîtina Erdogan, Baxçelî û rayedarên DEM Partiyê li parlemana Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356445-hevdîtina_erdogan_baxçelî_û_rayedarên_dem_partiyê_li_parlemana_tirkiyê
Parlimanterên payebilind ên DEM Partiyê, rayedarên Partiya Tevgera Neteweyî (MHP), Receb Teyib Erdogan, Serokkomar û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Numan Kurtulmuş, Serokê Parlemanê civîneke hevbeş li dar xistin.
(last modified 2025-10-02T11:17:53+00:00 )
Çirî 02, 2025 14:42 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Erdogan, Baxçelî û rayedarên DEM Partiyê li parlemana Tirkiyê

Parlimanterên payebilind ên DEM Partiyê, rayedarên Partiya Tevgera Neteweyî (MHP), Receb Teyib Erdogan, Serokkomar û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Numan Kurtulmuş, Serokê Parlemanê civîneke hevbeş li dar xistin.

Di vê hevdîtinê de, ku piştî destpêkirina dewra nû ya parlemana Tirkiyê hat lidarxistin, rewş û çalakiyên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat hilkolandin. Ev komîsyon di mehên derbasbûyî de bûye yek ji mijarên herî giring li parlemanê û nav raya giştî û tê texmînkirin ku roleke giring di pêvajoya aşitiyê de bilîze.