Rexneya xelkê Şirnexa Tirkiyê ji hikûmetê ji ber birrîna daristanan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356119-rexneya_xelkê_Şirnexa_tirkiyê_ji_hikûmetê_ji_ber_birrîna_daristanan
Xelkê gundên derdora Şirnex û Botanê li Tirkiyê, birîna daristanan rexne kirin û gotin ku ev siyaseta hikûmeta Tirkiyê ekosîstema navçeyê ber bi qeyraneke giran ve dikşîne.
(last modified 2025-09-10T13:09:39+00:00 )
Îlon 10, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Rexneya xelkê Şirnexa Tirkiyê ji hikûmetê ji ber birrîna daristanan

Xelkê gundên derdora Şirnex û Botanê li Tirkiyê, birîna daristanan rexne kirin û gotin ku ev siyaseta hikûmeta Tirkiyê ekosîstema navçeyê ber bi qeyraneke giran ve dikşîne.

Xelkê nerazî û jîngeparêzên derdora Botan û Şirnexê ragehandin ku hikûmeta Tirkiyê bi hinceta peydakirina kanza û niftê bi awayekî sîstematîk daran dibire û heyîtiya neteweyî ya Tirkiyê ji aliyê kesên ser bi partiya desthilatdar a Tirkiyê ve tê talankirin, di halekî de ku ev siyaset gefê li jiyana xelkê navçê û hemû jiyandaran dixwe. Kesên nerazî ragehandin ku em aştîyê û hewaya paqij dixwazin ne bendavan û niftê.