Du polîsên Tirkiyê di êrişa biçek ser qereqolekê li Izmîrê de hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356084-du_polîsên_tirkiyê_di_êrişa_biçek_ser_qereqolekê_li_izmîrê_de_hatin_kuştin
Du efserên polîsê Tirkiyê di encama êrişa biçek a ser qereqolekê li Izmîrê li rojava vî welatî de hatin kuştin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 08, 2025 10:43 Asia/Tehran
  • Du polîsên Tirkiyê di êrişa biçek ser qereqolekê li Izmîrê de hatin kuştin

Du efserên polîsê Tirkiyê di encama êrişa biçek a ser qereqolekê li Izmîrê li rojava vî welatî de hatin kuştin.

Îro di encama êrişa bi çek a ser qereqolekî polîsê Tirkiyê li Izmîrê de du polîs hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî gotina çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê, kesê êrişkir, nûciwanekî 16 salî ye ku bi tifinga nêçîrê êrişî qereqolê kiriye û paşê jî hatiye girtin.

Silêman Elban, waliyê Izmîrê got: Êrişkir nûciwanekî 16 salî ye ku bi tifingê êrişî qereqola Balçowayê kiriye.