Zêdebûna deynên hikûmeta Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355899-zêdebûna_deynên_hikûmeta_tirkiyê
Daneyên li Tirkiyê nîşan didin ku deynên hikûmeta vî welatî heta dawiya Tîrmeha îsal gihîştiye 12 trîlyon û 45 milyon Lîreyan, yanê 294 milyard û 28 milyon dolaran.
(last modified 2025-08-25T11:22:42+00:00 )
Tebax 25, 2025 14:48 Asia/Tehran
  • Zêdebûna deynên hikûmeta Tirkiyê

Daneyên li Tirkiyê nîşan didin ku deynên hikûmeta vî welatî heta dawiya Tîrmeha îsal gihîştiye 12 trîlyon û 45 milyon Lîreyan, yanê 294 milyard û 28 milyon dolaran.

Nirxandina daneyên Wezareta Xezînedarî  û Darayî ya Tirkiyê nîşan dide ku deynên hikûmeta vî welatî pêka dawiya Tîrmeha par sedî 48.5 zêde bûne.

Li gorî van daneyan, nêzîkî sedî 45.8`ê deynên hikûmeta Tirkiyê bi lîreyan e û yên mayî jî bi diravên biyanî ye.

Zêdebûna asta  zamê, daketina nirxa lîreyê û pêwîstiya  dabînkirina aborî ya projeyên avahîsaziyê ji wan avakirina deverên erdhejlêxistî û xercên heyî, bûne sedem ku hikûmeta vî welatî ji bo cebirandina  kêmasiya budceyê û parastina  istiqrara  aborî  dest bi deykirina ji nav û derveyî welêt bike û ev yek jî di salên derbasbûyî de bûye sedem deynên hikûmeta Tirkiyê zêde bibin.