Girtina 17 karmendên şaredariyên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355837-girtina_17_karmendên_şaredariyên_tirkiyê
Piştî lêkolînên têkildarî şaredariya bajarê mezin a Stenbolê, Înan Gûney, şaredarê Beyoglûyê u 16 kesên din hatin desteserkirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tebax 20, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • Girtina 17 karmendên şaredariyên Tirkiyê

Piştî lêkolînên têkildarî şaredariya bajarê mezin a Stenbolê, Înan Gûney, şaredarê Beyoglûyê u 16 kesên din hatin desteserkirin.

Li gorî rapora  medyaya Tirkiyê, piştî lêkolînên têkildarî şaredariya bajarê mezin a Stenbolê,17 kes ji wan Înan Gûney  Şaredarê Beyoglû  bi sûcê endamtiya di rêxistinekê de ku ji bo sûckirinê hatiye damezrandin û kumdanîna ser zirara saziyên hikûmetê, hatine desteserkirin. 

Sêyhan Ozcan, Rêvebirê Nivîsgeha Şaredar Înan Gûney , Îsmaîl Akkaya bûrayê wî, Denîz Gullelî şofêrê wî  û her wiha  Receb  Cebecî, şofêrê Îmamoglû digel Îbrahîm Can Yaman û Mahîr Gûn  jî hatin girtin. 27 kesên din bi qedexeya derketina ji welêt û di bin çavdêriya dadweriyê de hatin berdan.