Karayilan: Azadkirina Ocalan şertê aştiya bi PKKê re ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355725-karayilan_azadkirina_ocalan_şertê_aştiya_bi_pkkê_re_ye
Hevserokê PKKê azadkirina tam a Ebdullah Ocalan şertê pêşvebirina pêvajoya aştiyê bi PKKê re piştî 11ê Tîrmehê û şewitandina çekan da zanîn.
(last modified 2025-08-12T11:57:43+00:00 )
Tebax 12, 2025 11:19 Asia/Tehran
  • Karayilan: Azadkirina Ocalan şertê aştiya bi PKKê re ye

Hevserokê PKKê azadkirina tam a Ebdullah Ocalan şertê pêşvebirina pêvajoya aştiyê bi PKKê re piştî 11ê Tîrmehê û şewitandina çekan da zanîn.

Murad Karayilan gotiye ku bêyî rakirina dorpêça Îmraliyê, pêbaweriya hevpar û aştiya mayînde pêk nayê û bal kişand ser banga  Dewlet Baxçelî li Cotmeha 2024an û avakirina komîsyonekê di meclisê de û meclisê wekî navenda çareserkirina pirsgirêkê da zanîn û daxwaz kir ku ev komîsyon bi fermî Ocalan wekî muzakirekerê sereke qebûl bike û serdana wî bike.

Karayilan her wiha  tekezî ser pêwîstiya cihanîna xalên banga Dewlet Baxçelî ji aliyê Tirkiyê ve tekez kir û got: Niha em li benda vê yekê ne. Çarçoveya banga  Dewlet Baxçelî di Cotmeha 2024an de eşkere ye. Niha divê em di vê çarçoveyê de tevbigerin û divê Ocalan tam ji hêla fîzîkî ve were azadkirin.