Fermana bankirina bo dadgehê derheq Serokê çiqeke CHP`ê hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355259-fermana_bankirina_bo_dadgehê_derheq_serokê_çiqeke_chp_ê_hat_dayîn
Hikmê bankirin û lêpirsîna ji Ozgur Çelîk, serokê baska Stenbolê ya Partiya Komarxwaz a Gel(CHP) hat dayîn.
(last modified 2025-07-08T12:07:07+00:00 )
Tîrmeh 08, 2025 17:17 Asia/Tehran
  • Fermana bankirina bo dadgehê derheq Serokê çiqeke CHP`ê hat dayîn

Hikmê bankirin û lêpirsîna ji Ozgur Çelîk, serokê baska Stenbolê ya Partiya Komarxwaz a Gel(CHP) hat dayîn.

Di daxuyaniya dozgeriya Stenbolê de hatiye: Ji ber rapor û dozên ku li ser destwerdan û sextekariya pereyî ya di dema hilbijartina baska parêzgehê ya CHP`ê li Stenbolê di Cotmeha 2023`an de, ji bo dozgeriya Stenbolê hatine şandin, destûr hatiye istandin ji hinek gumanbaran ji aliyê kadroyên dayireya Sekinîna li hember sûcên pereyî ya Polîsê Stenbolê lêpirsîn were kirin û Ozgûr Çelîk, wekî yek ji gumanbarên girîng di vê dosiyê de ye. Wer xuya dike dibe ku ev kara di dewama komek ji zextên dadweriyê yên vê dawiyê dijî şaredarî û rayedarên CHP`ê pêk hatibe.