Derîyê sînorî yê Esendereyê li Hekarîyê hat daxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354921-derîyê_sînorî_yê_esendereyê_li_hekarîyê_hat_daxistin
Bi dû pevçûna di navbera welatîyan û erkdarên hikûmetê da, derîyê sînorî yê Esendereyê li Hekarîyê hat daxistin.
(last modified 2025-05-31T11:59:38+00:00 )
May 31, 2025 14:42 Asia/Tehran
  • Derîyê sînorî yê Esendereyê li Hekarîyê hat daxistin

Bi dû pevçûna di navbera welatîyan û erkdarên hikûmetê da, derîyê sînorî yê Esendereyê li Hekarîyê hat daxistin.

Li derîyê sînorî yê Esendereyê ku ketîye bajarokê Bajêrge ser bi Geverê li parêzgeha Culemêrgê û ser sînorê Îranê ye, di navbera wezîfedarên gumrikê, polîsan û welatîyan da du caran pevçûn derket ku bi dû vê yekê derîyê sînorî ser welatîyan da hat daxistin.

Ev pevçûn piştî wê derketin ku efserekî polîs li derîyê sînorî yê Esendereyê bêrêzî li şofêrekî kir û di dewamê da polîsên din jî ketin dewrê û li wî şoferî xistin.