YNK daxwaza pêkhatina kabîneya nû dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354867-ynk_daxwaza_pêkhatina_kabîneya_nû_dike
Seidî Ehmed Pîre, berdevkê YNK`ê ragihand: Îro bi sergêriya Bafil Talibanî, Polîtburoya YNK`ê ji bo nîqaşkirina avakirina kabîneya dehemîn civînek li dar xist.
(last modified 2025-05-27T12:52:02+00:00 )
May 27, 2025 13:11 Asia/Tehran
  • YNK daxwaza pêkhatina kabîneya nû dike

Seidî Ehmed Pîre, berdevkê YNK`ê ragihand: Îro bi sergêriya Bafil Talibanî, Polîtburoya YNK`ê ji bo nîqaşkirina avakirina kabîneya dehemîn civînek li dar xist.

Sedî Ehmed Pîre got ku di civînê de encamên dawî yên danûstandinên di navbera şanda danûstandinê ya YNK û PDK`ê de ji bo avakirina hikûmetê hatine nîqaşkirin.

Dibe ku daxwazên ji bo postên sivîl û payebilind di civînên pêş de li ser avakirina hikûmetê biguherin. Wî got ku YNK alîgirê avakirina kabîneya nû di zûtirîn dem de ye.