DEM Partiyê bangî Kurtulmuş kir: Berpirsiyariyê wergire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354818-dem_partiyê_bangî_kurtulmuş_kir_berpirsiyariyê_wergire
Berdevka DEM Partiyê bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir û jê xwest ji bo avakirina komîsyonê berpirsiyariyê wergire.
(last modified 2025-05-24T12:08:36+00:00 )
May 24, 2025 12:24 Asia/Tehran
  • DEM Partiyê bangî Kurtulmuş kir: Berpirsiyariyê wergire

Berdevka DEM Partiyê bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir û jê xwest ji bo avakirina komîsyonê berpirsiyariyê wergire.

Ayşegul Doganê Berdevka DEM Partiyê li navenda partiyê ya li Enqereyê bal kişand ser banga Serokê MHPê Devlet Baxçelî ya ji bo avakirina komîsyonekê li parlamentoyê û da zanîn ku beriya niha wan jî pêşniyareke wisa biribû parlamentoyê.

Berdevka DEM Partiyê bangî Numan Kurtulmuş kir û got, "Me beriya bi çend mehan bangî Serokê Parlamentoyê kir ku însiyatîvê wergire. Wê got ku ev mijar gelekî girîng e. Çareseriya Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê nikare bêyî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk were.Divê hemû partiyên siyasî bi rexne û pêşniyarên xwe tevlî pêvajoyê bibin.