Girtina tûndûtûjane ya endamê Konseya Ciwanên Navendî ya DEM Partiyê li Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354806-girtina_tûndûtûjane_ya_endamê_konseya_ciwanên_navendî_ya_dem_partiyê_li_stenbolê
Yek ji endamên şanda Rêveber a Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Navendî ya DEM partiyê li navçeya Esenyurt a Stenbolê hate girtin.
(last modified 2025-05-23T12:05:38+00:00 )
May 23, 2025 13:48 Asia/Tehran
  • Girtina tûndûtûjane ya endamê Konseya Ciwanên Navendî ya DEM Partiyê li Stenbolê

Yek ji endamên şanda Rêveber a Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Navendî ya DEM partiyê li navçeya Esenyurt a Stenbolê hate girtin.

Livan Orman, endamê Lijneya Rêveber a Konseya Ciwanan û Konseya DEM Partiyê, li navçeya Esenyurt a Stenbolê hate girtin.

DEM Partiyê rexne li kiryarên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê girt û ragihand ku girtin bi tundûtûjî û bikaranîna kelepçeyan ji pişt ve hatiye kirin. Di dewamiya daxuyaniya DEM partiyê de hatiye têkoşîna ciwanên Kurd li Tirkiyê tu carî bi zext, girtin û işkenceyê nehatiye sekinandin. Em her tim ber bi pêş ve çûne. Ev têkoşîn nikare wekî sûç û sûçkarî were zanîn.

Li gorî raporeke din, dozgeriya Dîyarbekirê li dijî Heqî Bûltan  xwediyê Weşanxaneya Aram, û Delîl Zenger Alp, karmendekî vê weşanê, bi tawana propagandaya ji bo PKKê  doz vekiriye.