Bayik banga vejiyandina yekîtiya dîrokî ya Kurd û Tirka kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354726-bayik_banga_vejiyandina_yekîtiya_dîrokî_ya_kurd_û_tirka_kir
Yek ji rêberên payebilind ê Koma terorîstî ya PKK ê ragihand ku ev kom bi qebûlkirina banga Ebdullah Ocalan derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî û civakî bûye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye.
(last modified 2025-05-18T11:23:19+00:00 )
May 18, 2025 10:45 Asia/Tehran
  • Bayik banga vejiyandina yekîtiya dîrokî ya Kurd û Tirka kir

Yek ji rêberên payebilind ê Koma terorîstî ya PKK ê ragihand ku ev kom bi qebûlkirina banga Ebdullah Ocalan derbasî qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî û civakî bûye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye.

Cemîl Bayik tekezî li ser pêwîstiya vejiyandina yekîtiya dîrokî ya di navbera Kurd û Tirkan de kir û ew wekî rêyek ji bo derbasbûna ji krîzên heyî yên li Tirkiyê da zanîn. Bayik siyasetên serkutkerane yên hikûmeta Tirkiyê rexne kir û banga vegera  bo tgotûbêj û  jiyana aştiyane kir.