Tevî agirbesta PKK’ê Tirkiyê hezaran carî êrîş kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354583-tevî_agirbesta_pkk’ê_tirkiyê_hezaran_carî_êrîş_kiriye
Li gorî amaran, ji roja ragihandina agirbesta PKK’ê heta niha artêşa Tirkiyê 23 hezar û 369 êrîş li dijî endamên wê pêk anîne.
(last modified 2025-05-08T13:32:08+00:00 )
May 08, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Tevî agirbesta PKK’ê Tirkiyê hezaran carî êrîş kiriye

Li gorî amaran, ji roja ragihandina agirbesta PKK’ê heta niha artêşa Tirkiyê 23 hezar û 369 êrîş li dijî endamên wê pêk anîne.

Li gorî amaran, di meha Adarê de hêzên Tirkiyê 9 caran bi çekên qedexe, 9 caran bi dronan, 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopteran û 11 hezar û 289 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrîşî endamên PKK’ê kirine.

Çavkaniyên ser bi PKKê îdiya kirine di meha Nîsanê de artêşa Tirka 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexe, 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopteran, 2 caran bi dronan û 9 hezar û 693 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrişî qadên endamên PKK’ê hatiye kirin.

Di vî halî serokomarê Tirkiyê derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê  got, “PKK dê îro yan sibê çekan deyne, piştre dê pêvajoyeke nû, serdemeke nû ji bo me tevan dest pê bike.