Dewlet Baxçelî: bila PKK hilweşandina xwe temam bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354351-dewlet_baxçelî_bila_pkk_hilweşandina_xwe_temam_bike
Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê got: Herî baş ev e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û li ser banga Îmraliyê ya di 27`ê Sibatê da karê hilweşandina xwe temam bike û çekan jî radestî Komara Tirkiyê bike.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 22, 2025 14:00 Asia/Tehran
  • Dewlet Baxçelî: bila PKK hilweşandina xwe temam bike

Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê got: Herî baş ev e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û li ser banga Îmraliyê ya di 27`ê Sibatê da karê hilweşandina xwe temam bike û çekan jî radestî Komara Tirkiyê bike.

Baxçelî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand di hedefa Tirkiya bêyî teror da Hevalbendiya Cumhûrê dikare bi awayekî jîr û jêhatî erka xwe cih bîne û wiha dewam kir: Hevalbendiya Cumhûrê ji bo ku vê erkê bi cih bîne bi bawer e, dildar e, biryardar e û ji bilî vê jî jêhatî û bi qabiliyet e.

Baxçelî derbarê partiya neyar a CHP`ê da jî wiha got: Gotina Serokê CHP`ê, Ozgur Ozel, ya Ez ê şer îlan bikim, mantiqeke şaş, bê besîretî û heta hezeyanek e . Ew ê li dijî kê şer îlan bike? Ev nepenî û ne zelal e.