Nîsan 20, 2025 18:00 Asia/Tehran
  • Qebûlnekirina daxwaza azadkirina piştgirên Imamoglu

Bi dû berdewambûna nerazîbûnên berfire yên himber girtina Ekrem Imamoglu, dadgehekê li Istenbolê, daxwaza azadkirina nîzî 200 nerazîyên girtî, qebûl nekir. Hevgavê vê yekê bi sedan kes li ber wê dadgehê kom bûn.

Ew nêzî 200 kesên girtî, bi tawana binpêkirina qedexeya kombûn û xwenîşandanê hatine girtin û li ber taqîbatê ne.

Di nav wan kesana da gellek xwendekarên zanîngehê û 8 rojnamevan hene. Tawana sereke ya wan pişikdarîya di kombûnên neqanûnî li wan bajarana ye ku qedexeya hikûmî hatîye ragihandin.

Li gorî rapora medyayên Tirkîyê, dadgeha Istenbolê biryar daye dosîya wan 8 rojnamevanan ji dosîya sereke cida bike û bi awayekî serbixwe hilkolîne.

Hevgavê civîna dadgehê, bi sedan alîgirê Imamoglu li ber dadgeha Istenbolê kom bûn. 

Çavdêr dibêjin ku pêla nerazîbûnê ya piştî girtina Imamoglu, nerazîbûna herî mezin li Tirkîyê ji sala 2013ê va ye. 

Serepeyv