Dewama nerazîbûnan li cihên curbicur ên Tirkiyê
Tevî qedexeyên hikûmetî, xwepêşandana neraziyan li himber girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê li bajarên curbicur ên vî welatî û girtina neraziyan didome.
Piştî dertketian qeyrana siyasî li Tirkiyê piştî girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û kesayetiyê dijberê Receb Teyib Erdogan, gelê Tirkiyê tevî qedexeyan cardinê daketin kolanan. Parêzgarên Îzmîr û Enqerê bi daxûyaniyên cuda ragihandin ku li van parêzgehan lidarxistina her civîn û meşê bo 5 rojan qedexe ye.Lê belê li bajarên curbicur xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam in û li hinek cihan bi taybet li zanîngehan bi polîsan re pevçûn derket û 6 polîs jî birîndar bûn.Her wiha gelek nerazî ber bi avahiya Şaredariya Stenbolê ve meşiyan. Hikûmeta Tirkiyê 37 kes bi hinceta ku li ser girtina Şaredarê Stenbolê postên mecazî yên bi tehrîk girtin.Niha hikûmet li 224 gumanbarên din digere.
Ekram Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û hevrikê herî girîng yê serokomarê niha yê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, sibeha Çarşemê piştî lêgeriya mala wî bi tawana gendelî û têkliya bi terorîzmê re hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Stenbolê, Îmamoglu ji bo lêpirsînê heta roja yekşemê dê li girtîgehê be.
Lê belê Receb Teyib Erdogan jî li ser girtina şaredarê Stenbolê ev rexne red kir û îdia kir ku opozîsyon li şûna ku bersiva sûcên gendeliyê bide, bi dirûşmeyên siyasî hewl dide gel bixapîne.