PKK: Me xwefireke Tirkiyê li bakurê Iraqê xist xwarê
Adar 17, 2025 18:39 Asia/Tehran
PKKê derbarê xistina xwefireke artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê agahî da.
PKKê îro Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand: Xwefireke modêla “Akincî” ya artêşa dagirker a Tirkiyê li herêma Qendîlê ya parêzgeha Silêmanî kire armanc û xiste xwarê.
Çavkaniyekî ji bajarê Silêmanî ragihand ku di encama lêkolînên destpêkê ser beşeke vê xwefirê peyva Bayrakdar hatiye dîtin ku diyar dike ku ev xwefir ya Tirkiyê ye.
Ev nûçe di demekê de tê belavkirin ku di hefteyên borî de Tirkiye û PKKê dest bi proseya qaşo aştiyê kirine û Ocalan jî di peyamekê de daxwaz ji PKKê kiriye ku çekên xwe dayne.
Rayedarên Tirkiyê jî di van rojên derbasbûyî de gefên li dijî PKK’ê zêde kirine.