Adar 12, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • Tekeziya Îran û Tirkiyê ser bidestxistina asta bazirganiya 30 milyar dolarî

Riza Mesrûr sekreterê Encûmena Bilind a Navçeyên Azad a welêt ku di serokatiya şandeke rêvebirên vê saziyê de ji bo pêşxistina hevkariyên her du welatan di warê navçeyên azad de sefera Tirkiyê kiribû, bi rayedarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û di vê derbarê de gotûbêj kirin.

Şandên her du welatan zirûfên hevkariyê di warê navçeyên azad û taybet ên aborî de nirxandin û ser piroje û mekanîzmên hevbeş ji bo zêdekirina bazirganî û sermayeguzariya di navbera her du welatan de gotûbêj kirin. Serdana navçeya Azad a Stenbolê û hevdîtina bi karsaz û bazirganên tirk re  ji bernameyên din ên balkêş ên sefera Mesrûr bo Tirkiyê bûn.

 Wezareta Bazirganiya Tirkiyê di dawiya civîna şandên Îran û Tirkiyê de, di daxuyaniyekê de ragihand: Em ê ser hewlên xwe  ji bo pêşxistina peywendiyên aborî di navbera her du welatan de bi rêya bazirganî û sermayeguzariyê û gihîştina bi asta bazirganiya 30 milyar dolarî (di navbera Îran û Tirkiyê) de ku ji aliyê serokên her du welatan ve hatiye destnîşankirin, berdewam bin.

Serepeyv