Bibîrxistina şehîd Seyîd Hesen Nesrulah û şehîdên Berxwedanê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353490-bibîrxistina_şehîd_seyîd_hesen_nesrulah_û_şehîdên_berxwedanê_li_tirkiyê
Bereberê oxirkirina meytê paqij ê şehîdên Berxwedanê, merasima bibîrxistina şehîd Seyîd Hesen Nesrulah bi amadebûna komek ji îraniyên li Tirkiyê li balyozxaneya Komara Îslamiya Îranê li Enqerê hate lidarxistin.
(last modified 2025-02-21T11:17:29+00:00 )
Sibat 21, 2025 15:33 Asia/Tehran
  • Bibîrxistina şehîd Seyîd Hesen Nesrulah û şehîdên Berxwedanê li Tirkiyê

Bereberê oxirkirina meytê paqij ê şehîdên Berxwedanê, merasima bibîrxistina şehîd Seyîd Hesen Nesrulah bi amadebûna komek ji îraniyên li Tirkiyê li balyozxaneya Komara Îslamiya Îranê li Enqerê hate lidarxistin.

Di vê rê û rismê de Mihemedelî Hisênî, berdevkê berê yê wezareta karên derve ya Îranê bi ravekirina cîgeha şehîdên îslam û Berxwedanê ji wan Seyîd Hesen Nesrulah û Hecî Qasim Silêmanî, wan mirovên bijare ji aliyê Xwedê ve da zanîn û got: Ew şehîd bi derbasbûna ji can û heyîtiyên xwe di rêya Xwedê ya berxwedanê de, misoger û bihelwêst man.

Wî amajeyî wesifkirina rêberê hêja yê Şoreşê ya şehîdên berxwedanê kir û got: Cîgeha van şehîdan anegorî ayetên Quranê heta vê astê bilind e ku rêberê giranqedr ê Şoreşê ji bo wesifandina van şehîdan vegitên û hevokên taybet bi kar anîne.