Li bajarên Kurdan ên Tirkiyê xwenîşandan didomin
Piştî ku şaredarê Wanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hat wêdadayîn û zindankirin, li gelek bajarên Tirkiyê ji bo şermezarkirina siyaseta danîna qeyûman ya hikûmetê gelek xwenîşandan hatin lidarxistin.
Piştî ku Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekrê, Ebdullah Zîdan, şaredarê bajarê Wanê, bi tometa têkiliya bi PKK`ê re, bi 3 sal û 9 meh zîndanê hat mehkûmkirin û li şûna wî qeyûm hat danîn, li dijî vê siyaseta hikûmeta Tirkiyê, dewreke nû ya xwenîşandanan destpê kir.
Şeva buhurî gelê Wanê li taxên Xaçort, Akkopru, Şeibaniye, Bustan Îçî, Yunîplik, Sobhan, Firat Wan û taxên curbicur daketin kolanan û siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya danîna qeyûman li şaredariya Wanê û bajarên din ên Kurdan ên Tirkiyê şermezar kirin. Li gor medyaya Tirkiyê, polîsên Tirkiyê gaza îsotê bikar aniye bona ji hev belavkirina xwenîşanderan û herwiha hatiye ragihandin ku bi dehan welatî jî ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine girtin.