Rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkiyê: Kirawata Colanî nikare xwîna destên wî bişo
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i353301-rojnameya_cumhuriyetê_ya_tirkiyê_kirawata_colanî_nikare_xwîna_destên_wî_bişo
Rojnameya Cimhûriyetê piştî sefera serkirdeyê koma Heyet Tehrîr El-Şamê bo Tirkiyê û hevdîtina bi serokomarê vî welatî re daxuyaniya tund a elewiyên Sûriyê derbarê vê hevdîtinê de belav kir.
(last modified 2025-02-08T11:09:34+00:00 )
Sibat 08, 2025 14:03 Asia/Tehran
  • Rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkiyê: Kirawata Colanî nikare xwîna destên wî bişo

Rojnameya Cimhûriyetê piştî sefera serkirdeyê koma Heyet Tehrîr El-Şamê bo Tirkiyê û hevdîtina bi serokomarê vî welatî re daxuyaniya tund a elewiyên Sûriyê derbarê vê hevdîtinê de belav kir.

Di daxuyaniya hevpar a elewiyên Sûriyê û Tirkiyê de hatiye ku pêşwaziya ji serkirdeyê komeke çete wek serokê hikûmetekê, paşguhkirina gelê Rojhilata Navîn û herwiha elewiyan e. Di dereqa hikûmeta  22 salî ya Partiya Dad û Geşepêdanê  wek partiya desthilatdar de em her tim rastî reftar û mînakên ne-demokratîk hatine.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye ku divê Colanî were mehkemekirin û hevdîtina fermî ligel wî tê wateya beraetkirina wî ji cinayetên ku kiriye.Kirawata li ustîyê wî,  nikare xwîna destên wî bişo. Ew, qatilê bi dehan hezar êzdî, kurd, xiristiyan û elewiyên Sûriyê ye.