Gergelîoglu: li girtîgehên Tirkiyê cihê vala nemaye
Sibat 03, 2025 18:45 Asia/Tehran
Parlamenterê DEM Partiyê ragihand di girtîgehên Tirkiyê de cihê 299 hezar girtiyan heye lê hejmara girtiyan nêzîkî 400 hezarî ye.
Omer Faruq Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê X-ê ragihand ku dê biçe Girtîgeha Sîncanê. wî diyar kir li Girtîgeha Sîncanê mafên girtiyan tên binpêkirin û mafê berdana bişert û berdana bikontrol ê girtiyan nayê bicîhkirin.
Gergerlîoglu got, “Li Girtîgeha Sîncanê em li dijî girtiyan gelek miameleyên xirab dibihîzin.
Parlamenterê DEM Partiyê got ez ji ber wê hatim vê derê û ez dê li gel girtiyan û îdareya girtîgehê hevdîtinan bikim. Ezê piştî hevdîtinan zanyariyan bidim.
Li girtîgehên Tirkiyê bona 299 hezar kesan cih heye lê nêzîkî 400 hezar girtîyî di girtîgehan de hene.