Kuştina du kesan ji malbata serkirdeyên DEM Partiyê
Çile 31, 2025 18:10 Asia/Tehran
Biraziyekî Ehmet Turk siyasetmedarê Kurd û xwişkeke Fîgen Yuksekdax kuştî hatin peyda kirin. Huseyn Rehber Turk biraziyê Ehmed Turk siyasetmedarê Kurd û endamê şanda muzakireya li gel Ocalan di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Polîsan 6 gumanbarên têkildarî vê êrişê desteser kirin. Cenazeyê bê canê Sanî Yûksekdax xwşîka Fîgen Yuksekdax hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li mala wê hat dîtin. Malbata wê ev sê roj in jê bêxeber bûne û piştî pêhesandina polîsan,Cenazeyê wê li mala wê hat dîtin. Ehmet Turk û Fîgen Yuksekdag di nav şanda hevdîtin û muzakireya bi Ocalan de cih digrin.