Çile 24, 2025 18:01 Asia/Tehran
  • Dem Partî: Divê sebebkarên agirpêketina Boloyê werin cezakirin

li dû agirberbûna bidehşet a li hotêla Kartalkaya ya li Boloyê ku di encamê de 78 kes can dan û bi dehan kesên din birîndar bûn, DEM Partiyê bi weşandina daxuyaniyekî daxwaza dev jikarberdana berpirs û sebebkarên vê bûyerê kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, Dem Partiyê wek berteka li hember agirberbûna mirinbar a li hotêla Kartalkaya ya pîsta iskiyê ya Boloyê, bi weşandina daxuyabniyekî daxwaza îstîfa û cezakirina sebebkarên vê karesatê kir û ragihand ev bûyera ku bû sedema candayîna 78 kesî û birîndarbûna bi dehan kesên din, komkujî e û divê sebebkarên vê bûyerê demlidest dev ji kar berdin û bi giranî werin cezakirin.

Dem Partiyê amajeyî vî yekî kir ku di mideha 21 salên buhurî de, bûyerên wek erdhej, tepbûn û teqîna madenê, qezayên tirenê, lehî û agirberbûna li pansiyon û hotêlan bûne sedem 54 hezar û 780 kes jiyana xwe ji dest bidin û bi hezaran kesên din jî birîndar bibin û pêgîrî kir ev hejmar nîşana sersariya sîstimatîk a berpirsan li hember ewlehiya giştî û mafên mirovan e. Vê partiyê daxwaza pêkhatina komîsyoneka lêkolînê li Meclisa Tirkiyê bona hilkolandina vê karesatê kiriye û li ser pêwîstiya venihêrîna giştî ya li ser van lêkolînan ku ji aliyê dozgeriya Boluyê ve cih tên, pêgîrî kiriye.

Serepeyv