Parlemanterên DEM partiyê bo cara duyem çûn serdana Ebdulah Ocalan
Sirrî Sureya Onder û Perwîn Bûldan du parlementerên DEM Partiyê bo cara duyem serdana Ebdullah Ocalan Rêberê girtî yê PKK’ê kirin.
Şandeke Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) vê mehê bo cara duyem çûne zindana Îmraliyê û bi Ebdullah Ocalan, rêberê girtî yê PKK re hevdîtin pêk anî. Ev şand ji siyasetmedarê navdar û endamê pilebilind ê DEM Partiyê Sirrî Sureya Onder û nûnera din ê partiyê Perwîn Bûldanê pêk dihat.
Onder piştî pêşkêşkirina daxwazê di gotûbêjekê de ragihand ku hewldana jibo hevdîtina bi Ocalan re bona kêmkirina gêreyên siyasî û civakî li Tirkiyê bûye.
Wî her wiha tekez kir ku gotûbêja bi Ocalan re dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan û vegerandina aştiyê li Tirkiyê bibandor be û em micid in ku hewildanên xwe ji bo vekirina rêyên gotûbêjê bidomînin, ger çi DEM Partiyê bi caran bang li hikûmetê kiriye ku zext û berbendên ser Ocalan kêm bike lê heta niha rayedarên hikûmeta Tirkiyê ti bertekên fermî nîşanî daxwaza nû ya vê partiyê nedane.