Girtina hejmareke zêde ya kurdan li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352894-girtina_hejmareke_zêde_ya_kurdan_li_tirkiyê
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê basa girtina bi dehan kesî li 41 parêzgehên vî welatî bi tawana endametiya di PKK`ê de kir.
(last modified 2025-01-11T12:01:59+00:00 )
Çile 11, 2025 14:19 Asia/Tehran
  • Girtina hejmareke zêde ya kurdan li Tirkiyê

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê basa girtina bi dehan kesî li 41 parêzgehên vî welatî bi tawana endametiya di PKK`ê de kir.

Elî Yerlîkaya, Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê ragihand di çarçoveya operasiyona Çakuc 37`ê de ku li 41 parêzgehên welêt û di 10 rojên buhurî de hat lidarxistin, 147 kes bi tawana endametî û piştgîriya ji PKK`ê hatine girtin.

Yerlîkaya ragihand ku ev operasiyona bi hevagengiya serdozgerî û dayireya sekinîna li hember terorîsmê ya serfermandetiya candirmerîya Tirkiyê cih hatine.

Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê herwiha got di encama vê operasiyonê de hejmarek zêde belgeyên rêxistinan û alavên dîcîtal jî hatine zevtkirin.