Çile 08, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Êrîşên hewayî yên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê

Êrîşên li dijî herêmên nêzî Bendava Tişrîn û çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dewam dikin.

Artêşa Tirkiyê  tev hêzên girêdayî bi xwe êrişî hêzên HSDê û hêzên leşkerî yên Minbicê yên li van deveran kirin û di encamê de pevçûnên giran derketin.

Artêşa Tirkiyê û komên bin fermana  wê bi çekên giran û topan êrişî gundên Tiwêle û Til Twêl ên rojavayê bajarê Til Temerê kirin.Her wiha xwefirên artêşa Tirkiyê li navça Kobanî, gundê  Girikê û derdora wê, bombebarankirina deverên sivîlan berdewam kirin.

Ev şer û pevçûn di halekê de didomin ku liv û tevgerên artêşa Rejîma Siyonîst ji bo seqamgirîkirina dagîrkeriya xwe li başûrê Sûriyê berdewam in.

 

Serepeyv