Hevdîtina nûnerên DEM û Ocalan
Kanûn 29, 2024 19:02 Asia/Tehran
Partiya Wekhevî û demokrasiya Gelan(DEM Partî) li ser hevdîtina vê dawiyê ya Ebdulah Ocalan, serokê girtî yê PKK`ê bi nûnerên vê partiyê re, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hatiye serokê PKK`ê di vê hevdîtinê de, xurtkirina biratiya Tirk û Kurdan ewlewiyeteka dîrokî û girîng daye zanîn. Ocalan herwiha pêgîrî kiriye ku amade ye bi piştgîriya ji mînaka nû ya ku Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê û şirîkê Hevalbendiya Cimhûrê û herwiha Receb Teyîb Erdogan, serokomar û serokê AKP`ê raber kirine, pêngavên erênî rake û bangewaziyên pêwîst raber bike.