Kanûn 25, 2024 19:15 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Tirkiyê bi desthilata kurdên Sûriyê

Hevseroka DEM Partiyê ragehand: Desthilatdarên Tirkiyê hewl didin ku hêza Kurdên Sûriyê tune bikin.

Tûlay Hatem Oglulari îro di civîna hevserokên şaredariyê de got: Divê rêveberiya nû ya Sûriyê demokratîk be. Ev yeka meseleyeke giring e. Hebûna Sûriya demokratîk garantiya ewlehiya Tirkiyê ye.Em cardinê bang li we dikin ku dest ji dijminatiya li gel Kurdên Sûriyê berdin.

Tûlay Hatem Oglûlari got: Tevî hemû zextên li ser şaredariyên DEM Partiyê niha dixwazin şaredariyan dorpêç bikin. Ew dixwazin şaredariyên li derveyî AKP’ê xizmeta gel nekin.

Serepeyv