Piştgiriya Erdogan ji terorîstan
Receb Teyîb Erdogan, îro îniyê bi piştgîriya ji komên terorîst got, terorîstên Sûriyê pêşveçûna xwe didomînin, armanca piştî Idlib, Hemah û Humsê, Şam e û ev hêvîdar e ku ev rêya bêyî bûyerekî bidome.
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê îro gor: Me bangewaziya Bişar Esed kiribû ku werin em dahatiya Sûriyê bi hev re kivş bikin. Mixabin di vî warî de me bersiveka erênî wernegirt. Erdogan di piştgîriya aşkera ya ji terorîstan da herwiha got: Idlib, Hema, Hums û helbet ku armanc Şam e. Pêşveçûna neyaran hîna didome. Em hêvîdar in ev tevgera li Sûriyê bêyî ti bûyerekê û bi başî bidome.
Erdogan di eynî demê da îdia kir Libnan di rewşeka pirr dijwar da ye. Her der kawil bûye. Daxwazên alîkariyê hene. Di demekê da ku cîhan bêdeng maye, em ê alîkariyên xwe bidomînin.