Erdogan: Axiftinên Baxçelî li bara Ocalan nihêrîna Hevalbendiya Cimhûrê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352306-erdogan_axiftinên_baxçelî_li_bara_ocalan_nihêrîna_hevalbendiya_cimhûrê_ye
Receb Teyib Erdogan, serokomarê Tirkiyê, careke din bertek nîşanî axiftinên vê dawiyê yên Dewlet Baxçelî, yên derbarê azadiya Ebdullah Ocalan da û ev gotin wek nêrîna siyasî ya hevpar a hevpeymaniya Cimhûrê da zanîn.
(last modified 2024-11-28T12:15:01+00:00 )
Tesrîn 28, 2024 15:31 Asia/Tehran
  • Erdogan: Axiftinên Baxçelî li bara Ocalan nihêrîna Hevalbendiya Cimhûrê ye

Receb Teyib Erdogan, serokomarê Tirkiyê, careke din bertek nîşanî axiftinên vê dawiyê yên Dewlet Baxçelî, yên derbarê azadiya Ebdullah Ocalan da û ev gotin wek nêrîna siyasî ya hevpar a hevpeymaniya Cimhûrê da zanîn.

Receb Teyîb Erdogan, di civîna firaksiyona AKP`ê li Meclisê da amajeyî hemahengiya tam a di navbera du partiyan di çarçoveya Hevalbendiya Cimhurê kir û got ku ev pêşniyara di çarçoveya berjewendiyên netewî û sekinîna li hember terorîsmê tên hilkolandin.

Erdogan bi ragihandina vê yekê ku Baxçelî bi nûneratiya ji Hevalbendiya Cimhurê,  pêşniyarekê nû raber kiriye, di eynî demê da got: Em ê jî vê mijarê ji hemû berûlayan ve  hilkolînin. Saziyên me bi hûrbînî û hestyariya pêwîst, nirxandinên me pêk tînin. Em vî karî ne bi bêxemî, belke bi  serhemdê xwe cih tînin û pêşniyara azadiya Ocalan û têkçûna PKK`ê, asoya hevpar a siyasî ya Hevalbendiya Cimhûrê nîşan dide.

Erdogan ev pêşniyara mecaleka dîrokî zaniye û ragihandiye  ku Ocalan ev daxwaza qebûl kiriye.