Cotmeh 31, 2024 19:26 Asia/Tehran

Serokomarê Tirkiyê û serokê AK partiyê di peyamekî ji bo partiyên Kurd ên Tikriyê da got: Wê destê bigirin ku bi rastbêjiyê ber bi we ve hatiye dirêjkirin û werin em bi hev re sedsala Tirkiyê ava bikin.

Receb Teyîb Erdogan, di kombûna parlimanterên AKP`ê de got: Eger Xwedê emir û derfetê bide, Em dixwazin pirsgirêka Kurdan bi temamî ji rojeva neteweyî derxin û tancekê dayînin ser 40 salan siyaseta xwe ku xizmeta li gel bûye.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: Birayên me yên xweşdivî yên Kurd! Em dixwezin hûn bawer û îslam û bangewaziya nimêj û niştîman û biratiya xwe biparêzin. Werin em bi hev re sedsala Tirkiyê ava bikin. Ev komara çend ya Tirkan be, ev qas jî ya Kurdan e. Ev jî di demekê da ku di li bûyereka ku nayê çaverêkirin, hefteya derbasbûyî piştî ku Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê pêşniyar kir bila Ocalan li Parlimana Tirkiyê hilweşîna PKK`ê rabigihîne, mijara azadbûna Ebdilah Ocalan ketiye rojevê.

Serepeyv