Ocalan bila li Parlimanê çekdanînê rabigihîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i351847-ocalan_bila_li_parlimanê_çekdanînê_rabigihîne
Dewlet Baxçelî li Parlimanê axivî û ragihand, bila rêberê terorê were nav Koma DEM Partiyê ya Parlimanê û çekdanîna xwe rabigihîne.
(last modified 2024-10-22T13:33:56+00:00 )
Çirî 22, 2024 16:58 Asia/Tehran
  • Ocalan bila li Parlimanê çekdanînê rabigihîne

Dewlet Baxçelî li Parlimanê axivî û ragihand, bila rêberê terorê were nav Koma DEM Partiyê ya Parlimanê û çekdanîna xwe rabigihîne.

Serokê Giştî yê Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê, Dewlet Baxçelî, îro di nav koma partiya xwe ya li Parlimanê da axivî û bang li Ebdullah Ocalan kir were nav koma DEM Partiyê ya Parlimanê û çekdanîna PKK`ê rabigihîne.  Eger vê vîn û dilsoziyê nîşan bide, divê rê li ber wî vebe ku ji rê û rêbazên qanûnî sûd werbigire. Ne Qendîl û ne jî Edîrne… Bila navnîşan ji Îmraliyê vebigire û heta DEM Partiyê jî derbas bibe, pirsgirêka terorê bi tevahî ji rojeva welat bê derxistin.

Hevseroka DEM Partiyê, Tulay Hatîmogûllari jî di komcivîna partiya xwe de bersiva banga Baxçeli ya li Ocalan da û got, serokê MHP’ê îro di axaftina koma xwe de ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ebdullah Ocalan axaftinek kir. Em dibêjin Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan derkeve û biaxive, em bi hev re bibînin ka çi dibêje. Cihê çareseriya pirsgirêkê Parliman e.