Erdhejek bi giraniya 6 Rîştirî parêzgehên rojhilatê Tirkiyê hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i351774-erdhejek_bi_giraniya_6_rîştirî_parêzgehên_rojhilatê_tirkiyê_hejand
Medyayên Tirkiyê ragihandin erdhejek bi giraniya 6.1 Rîştirî parêzgehên rojhilatê Tirkiyê hejandiye.
(last modified 2024-10-17T10:22:04+00:00 )
Çirî 17, 2024 12:43 Asia/Tehran

Medyayên Tirkiyê ragihandin erdhejek bi giraniya 6.1 Rîştirî parêzgehên rojhilatê Tirkiyê hejandiye.

Ev erdheja herî kêm di 3 parêzgehan de hatiye zanîn û hîna raporek li ser kuştî yan xisarên berbiçav nehatiye weşandin.

Elî Yerlîkaya, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê ragihand ku ev Erdheja li bajarê Kale ya parêzgeha Malatyayê qewimiye ku li parêzgehên din jî hatiye zanîn. Li gorî ragihandina Navenda Erdhejê ya Mêdîterane û Ewrûpayê, ev erdheja di kûratiya 9 kîlometreyî ya erdê qewimiye û giraniya wê 6.1 Rîştir bûye, lê Saziya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) da zanîn ku giraniya erdhejê 5.9 Rîştêr bûye. Li gorî medyayên Tirkiyê, tîmên bertekên lezgîn ji bo gîhandina alîkariyan ji bo navçê hatine şandin û ji xelkê re pêhişyarî hatiye dayîn ku ji ber ku muhtemel e erdhejên biçûk biqewimin, li xwe muqat bin.