Tîrmeh 29, 2024 08:16 Asia/Tehran
  • Gefa Erdogan li dijî Telavîvê

Serokkomarê Tirkiyê ragehand ku diqewime welatê wî bona rûbirûbûna bi Rejîma Siyonîst bikeve dewrê.

Tirkiye  ku ji mêj ve îdiaya rêberiya cîhana Îslamê dike, her tim ji bo îsbatkirina îdiaya xwe mijara piştgiriya Filistînê bikar tîne. Lê Enqere ji hemû welatên din ên îslamî  zêdetir têkiliyên siyasî û bazirganî bi Telavîvê re heye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li dewama devojeniya bi Rêjîma Siyonîst re ragihand ku çawa ku di şerê Lîbya û Qerebaxê de destwerdan kiriye, renge  ji borawestana  li himber Israîlê derbasî nav erdên dagirbûyî bibe.

Erdogan derbarê îdiaya xwe ya çawaniya destwerdana li şer û rawestana li ber Telavîvê de hûrgiliyên zêdetir nedane. Wî her wiha got: Divê em pir bi hêz bin, da ku Îsraîl nikaribe kiryarên pêkenî li dijî filistîniyan bike.

Serepeyv