Tirkiye: Xeze bi karesata însanî ya herî mezin re rû bi rû ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i347680-tirkiye_xeze_bi_karesata_însanî_ya_herî_mezin_re_rû_bi_rû_ye
Nûnerê Tirkiyê li NY duh di civîna Konseya Ewlehiyê derbarê alûgurên Rojavayê Asyayê û Filistînê de, hişyarî da ku Zîvala Xezeyê rastî karesata herî mezin a mirovî hatiye.
(last modified 2024-04-18T02:41:58+00:00 )
Nîsan 18, 2024 05:47 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Xeze bi karesata însanî ya herî mezin re rû bi rû ye

Nûnerê Tirkiyê li NY duh di civîna Konseya Ewlehiyê derbarê alûgurên Rojavayê Asyayê û Filistînê de, hişyarî da ku Zîvala Xezeyê rastî karesata herî mezin a mirovî hatiye.

 

 

Sedat Onal Nûnerê Tirkiyê yê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê de wiha got: Xeze rastî karesata herî mezin a a serdema hevçerx  hatiye.

Wî got: Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NYji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) niha ku Îsraîl li Xezeyê qanûnên navneteweyî binpê dike, hêviyek e.

Nûnerê Tirkiyê destnîşan kir: UNRWA nîşaneya mafê vegerê û rûmetê jibo  penaberên filistînî ye û Tirkiyê dê li ser cihanîna erkên xwe ji vê ajansê re berdewam be. Pêştir Fîlîp Lazarini, serokê UNRWAyê gotibû: Rêjîma Siyonîst hewil dide ku çalakiyên vê ajansê li Xezeyê bi dawî bîne.