Adar 27, 2024 11:02 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Me ti hevkariyeke leşkerî bi Îsraîlê re tine

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku Enqere ne di warê perwerdeyê û ne jî di warê pîşesaziyên leşkerî de bi Rejîma Siyonîst re ti hevkariyek hevpar tine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha got: Tirkiye ku hertim li kêleka filistîniyan rawestiyaye, nikare beşdarî ti kiryarên ku zirarê bide filistîniyan, bibeWezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha tekez kir, ku pîşesaziya berevaniyê ya vî welatî di warê hevkarîkirina bi Rejîma Îsraîlê di warê pîşesaziya leşkerî de, ti çalakiyek nîne.Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibû ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi cinayetên  li Xezeyê navê xwe li rex Hîtler, Mûsûlînî û Îstalîn wekî Naziyên serdemê tomar kiriye.

Serepeyv