Adar 09, 2024 17:25 Asia/Tehran
  • Erdogan: Netanyahu navê xwe li rex Hîtlêr, Musolînî û Îstalîn tomar kir

Serokomarê Tirkiyê got: Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bi cinayetên li Xezeyê navê xwe li rex Hîtlêr, Mûsolînî û Îstalîn wek Naziyên serdemê tomar kir.

Recep Teyib Erdogan di 53- yemîn Civîna Civata Giştî ya  Bunyadê Daniş li Stenbolê de axivî û destnîşan kir: Binyamîn Netanyahu û kabîneya wî bi cinayetên li dijî mirovahiyê yên li Xezeyê, navê xwe li rex Hîtlêr, Mussolînî û Stalîn wek Naziyên serdema me tomar kir.

Serokomarê Tirkiyê ku têkiliyên aborî û bazirganî yên wî welatî bi rejîma zarokkuj a Îsraîlê re heye, got: Heta niha di encama êrişên rasterast ên Îsraîlê de zêdetirî 32 hezar filistînî şehîd bûne û zêdetirî 72 hezar filistînî jî birîndar bûne.

Serokomarê Tirkiyê got:  Sebebkarên komkujiya li Xezeyê di wijdana mirovahî de hatine mehkûmkirin û em jî pêngavên pêdivî jibo ku wan li himber mafên navneteweyî bersivdar bikin, radikin. 

Wî her wiha got: Mixabin cîhana  Îslamê bi nifûsa xwe ya nêzî 2 milyar kesî , nekariye erka xwe ya biratî ya li hember gelê Filistînê bi tevahî cih bîne.Ev gotinên Erdogan di halkeî de hat hilêxistin ku Tirkiye ku dabînkerê sereke yê sotemenî û xwarinê ji bo Rejîma  Siyonîst e, di 5 mehên borî de têkiliyên xwe yên ticarî bi vê rejîmê re di hemû waran de bi awayekî berçav zêde kiriye.

 

Serepeyv