Kanûn 21, 2023 13:38 Asia/Tehran
  • Hişyarî li ser erdhejeke mezin li bakurê Tirkiyê

Erdnasê tirkiyeyî yê bi ezmûn derbarê îhtimala qewimîna erdhejeke mezin li peravên Deryaya Reş li bakurê Tirkiyê hişyarî da.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji Enqereyê, Dr. Osman Bektaş erdnasê tirkiyeyî yê bi ezmûn di pey sê erdhejên 4.3, 4.1 û 3.7 Rîşterî yên roja Duşemiyê li Parêzgeha Gumûşxaneyê li bakurê Tirkiyê, bi gotina vêya ku fay anku Derza Anatoliya bakur ber bi bakur va diçe got ku ev yek bûye sebeba pêkhatina derzeke nû li rojhilatê parêzgeha Erzincanê û potensiyela qewimîna erdhejeke navgîn û mezin pêk aniye.

Bektaş bi gotina vêya ku erdhejên mezin ên Sibata 2023an li parêzgehên başûrê Tirkiyê hereketa li Derza Anatoliya bakur-rojhilat li navçeya Erzincanê zêde kiriye û ev hereket bûye sebeba qewimîna erdhejên bi hêza navbera 3 heta 4 rîşterî, got: Hereketên aliyê bakurî yê Derza Anatoliya Bakur rêgeha xwe ji rojhilat ber bi rojava va guherandiye û vê yekê metirsiya qewimîna erdhejên girantir zêdetir kiriye.

Serepeyv