Bombebarana Bakurê Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i345410-bombebarana_bakurê_iraqê_ji_aliyê_tirkiyê_ve
Tirkiye di dewama binpêkirina yekparçeyiya axa Iraqê bakurê vî welatî bombebaran kir.
(last modified 2023-12-16T02:51:16+00:00 )
Kanûn 16, 2023 06:18 Asia/Tehran
  • Bombebarana Bakurê Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve

Tirkiye di dewama binpêkirina yekparçeyiya axa Iraqê bakurê vî welatî bombebaran kir.

Wezareta berevaniya neteweyî ya Tirkiyê roja Pêncşemê derbarê bombebarana bakurê Iraqê ji aliyê vî welatî va agahî da.Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di êrişa hewayî ya li bakurê Iraqê de  meqerên PKKê ketine ber êrişan.

 Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di vê êrişê de 5 endamên PKK hatine kuştin.

Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî  kuştina 5 endamên PKK  piştrast kiriye.

Bexdayê pêştir  ji ber binpêkirina serweriya axê ya Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ve, li dijî Tirkiyê doz vekiriye.