Kanûn 15, 2023 17:43 Asia/Tehran
  • Nûnerê Parlimana Tirkiyê ku dema axaftinê tûşî krîza dil bûbû, mir

Hesen Bîtmez nûnerê Meclîsa Tirkiyê ku çend roj berê di dema axaftinê da tûşî krîza dil bûbû û ketibû ser erdê, mir.

Hesen Bîtmez Nûnerê Partiya Seadetê ya Tirkiyê ji Kocaelîyê, çend roj berê di dema axaftina li qada giştî ya Meclîsê tûşî krîza dil bûbû û ketibû ser erdê; ew diho mir.

 

Hesen Bîtmez di halê axaftinekê li dijî Rejîma Siyonîst da ji xwe çû; wî di axaftina xwe da bi caran Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ji ber siyasetên wî yên dualî der heqê Rejîma Siyonîst da ber rexneyan û Serokê Meclîsa Tirkiyê jî yek du caran mîkrofona birêz Bîtmez qut kir. Wî bi nîşandana wêneyên berê yên hevdîtina Erdogan û Benyamnîn Netanyahû Serokwezîrê Îsraîlê ji wî xwest ku di pratîkê da bazirganî û peywendiyên aborî bi Rejîma Siyonîst ra bi dawî bîne û hişyarî da ku: "Hûn ê ji hêrsa Xwedê nefilitin."

Serepeyv