Şertê Amerîkayê ji bo şandina balafirên F-16 bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i345025-Şertê_amerîkayê_ji_bo_şandina_balafirên_f_16_bo_tirkiyê
Berdevkê partiya deshilatdar a Tirkiyê got: Waşîngtonê piştevanînekirina Enqerê ji Bakûyê di mijara Qerebaxê de wek şertê şandina balafirên F-16 bo vî welatî ragihandiye.
(last modified 2023-11-28T02:32:29+00:00 )
Tesrîn 28, 2023 06:01 Asia/Tehran
  • Şertê Amerîkayê ji bo şandina balafirên F-16 bo Tirkiyê

Berdevkê partiya deshilatdar a Tirkiyê got: Waşîngtonê piştevanînekirina Enqerê ji Bakûyê di mijara Qerebaxê de wek şertê şandina balafirên F-16 bo vî welatî ragihandiye.

 Omer Çelîk bi ragiahndina şertê Amerîkayê bo radestkirina balefirên  cengê yên F-16 diyar kirr ku Tirkiye dixwaze muzakirên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de bibin sedema peymana aştiyê.

Berdevkê partiya desthilatdar a Tirkiyê îdia kir ku ger Êrîvan xwe ji kiryarên wêranker dûr bixe, çarçoveya hevkariyê ya 3+3 dê alîkariyeke  mezin li aştiya li navçeyê  bike.

Di Cotmeha sala 2021an de Tirkiyê bi peymaneke  20 milyar dolarî siparişa  kirîna çend firokeyên şer ên Lakhîd Martin F-16 û 80 kelûpelên nûjenkirina balafirên xwe da Amerîkayê.

Radestkirina van firokeyan ji ber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve ji aliyê Tirkiyê ve hat paşxistin.