Hejmara babetên xwekuştinê li Tirkiyê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i343931-hejmara_babetên_xwekuştinê_li_tirkiyê_zêde_bûye
Zêdebûna pirsgirêkên aborî bûye sebeb hejmara xwekujiyê li Tirkiyê jorda here.
(last modified 2023-10-02T11:24:49+00:00 )
Çirî 02, 2023 14:51 Asia/Tehran
  • Hejmara babetên xwekuştinê li Tirkiyê zêde bûye

Zêdebûna pirsgirêkên aborî bûye sebeb hejmara xwekujiyê li Tirkiyê jorda here.

Hesen Efe Oyar Alîkarê Serokê CHP'yê got: Ji dema bicihhatina pergala serokatiyê li Tirkiyê di sala 2018an da heta sala 2022an, 1477 welatiyan ji ber pirsgirêkên aborî dawî li jiyana xwe anîn.

Oyar tevî amajeya bi bûyera hefteya pêş a xwekuştina sê pizîşkên tirkiyeyî di rojeê da got: Zextên zehf li ser sektora Tenduristiyê ji wan meseleyên aborî, nebûna ewlehya şixulînê û şert û mercên karî yên dijwar, wan han dide ku xwe bikujin.

Wî ji ber şêwaza danûstandina digel karmendên beşa Tenduristiyê li Tirkiyê, rexne li Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê girt.