Tebax 02, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Agirpêketin li çend karistanên Tirkiyê

Bi dehan karistan li rojavayê Tirkiyê di êgir da şewitîn.

Ev bûyer berêvara Sêşemiyê li bajaroka Pêşeyên Daran a Eynegulê ya ser bi parêzgeha Bûrsayê qewimî.

Agirpêketin destpêkê ji karistaneke çêkirina moblan dest pê bû, lê ji ber hatina bayê giran pekiya karistanên kêlekê.

Du balefir û çar helîkopterên agirvemirandinê hevrê digel 400 hêzên agirkuj ji pênc parêzgehan hewl dan ku bi kontrolkirina êgir pêşî li pekiyana wî bo karistanên derdorê bigirin.

 

Serepeyv