Peyama sersaxiyê ya Erdogan bo koça dawî ya Şêxê Menzîlê yê Kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i342538-peyama_sersaxiyê_ya_erdogan_bo_koça_dawî_ya_Şêxê_menzîlê_yê_kurd
 Serokomarê Tirkiyê ji bo Şêxê Menzîlê Seyîd Abdulbakî Erol (El Huseynî) peyama sersaxiyê weşand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2023 13:48 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya Erdogan bo koça dawî ya Şêxê Menzîlê yê Kurd

 Serokomarê Tirkiyê ji bo Şêxê Menzîlê Seyîd Abdulbakî Erol (El Huseynî) peyama sersaxiyê weşand.

Şêxê Cemaeta Menzîlê Abdulbakî Erol ku wek Seyîd Abdulbakî El Huseynî jî tê naskirin, pêr 12ê Temûzê ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Stenbolê de koç dawî kir û cenazeyê wî li gundê wî yê li Semsûrê li Kurdistana Tirkiyê hat veşartin.

Serokomarê Tirkiyê  Receb Teyib Erdogan, ji ber koça dawî ya Şêxê Menzîlê peyameke sersaxiyê weşand.

Erdogan di peyama xwe ya sersaxiyê de ku li ser Twitterê hatiye belavkirin, dibêje: “Ji yek ji rêberên ruhanî yên welatê me mamoste Seyîd Abdulbakî El Huseynî re yê ku di rêya zanist û hikmetê de jiyana xwe ji bo xizmeta Îslamê terxan kiriye, rehm û dilovaniya Xwedê dixwazim û sersaxiyê ji malbata wî, hezkiriyên wî û hemû şagirtên wî re dixwazim. Xwedê cihê wî bike biheşt.”