Tîrmeh 01, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Tirkiye ji bo karkeran yek ji 10 welatên herî xirab e

Li gor amarên Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî, sala 2023an Tirkiye di nav 148 welatan de ji bo karkeran yek ji welatên herî xirab bû. Li gor amaran ji 10 welatên herî xirab yek Tirkiyê ye.

Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî rapora 2023êya Endeksa Mafan a Gerdûnî ku naveroka wê mafê karkeran li 148 welatan e eşkere kir.Li gor amarên vê navendê sala 2023an ji bo kesên dixebitin welatên herî xirab Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Misir, Esvatini, Guatemala, Myanmar, Tûnis, Filîpin û Tirkiye bûn. Li gor raporê ji 10 welatan 9an mafê grevê binpê kir û 8an mafê girêbestên bikom binpê kirine

Li gor wan amaran, Li sala bihorî li 69 welatan karker hatine desteserkirin û girtin.

Serepeyv