Hezîran 19, 2023 08:27 Asia/Tehran
  • Daketina buhaya lîreya Tirkiyê didome

Buhaya lîreya Tirkiyê ku ji dema ragihandina encamên hilbijartinên serokkomariya vî welatî berdewam dadikeve, îro jî dîsa daket û gihêşt asta xwe ya herî kêm di dereqa 21 salên derbasbûyî de.

 Qiyaskirina buhaya lîreyê li himber dolar nîşan dide ku buhaya lîreya Tirkiyê pêka beriya hilbijartinan sedî 18.33 daketiye. 

 Daketina buhaya diravê neteweyî yê Tirkiyê di çar mehên derbasbûyî û ji dema erdhejê va destpê bûye û di yek meha derbasbûyî û bi serketina AKPyê û şexsê Erdogan, Serokkomarê vî welatî di hilbijartinên vê dawiyê de zêdetir bûye. 

 Malpera Xeber 7 ê ya Tirkiyê, buhaya firotina her dolarî  li bazara vî welatî, 23.62 lîre û buhaya firotina her euroyê, 26.02 lîre ragihand û nivîsî: Jordeçûna buhaya dolar û euroyê li himber lîreyê piştî hilbijartinan gihêştiye sedî 18.33 û ev demajoya tim didome. 

 Li gor nivîsna vê medyayê, buhaya her euroyê jî li bazara Tirkiyê beriya lidarxistina  dewra dudyê ya hilbijartinên serokkomariyê di 28 Gulanê nêzîkî 22 lîreyê bû lê bi jordeçûna zêdetirî sedî 18 îro gihêşt 26.02 lîreyê. 

 

Serepeyv