Hezîran 12, 2023 17:32 Asia/Tehran
  • Êrişa Tirkiyê ser meqerên hêzên HSD li bakurê Helebê

Çavkaniyên sûrî derbarê êrişa mûşekî ya Tirkiyê ser meqerên hêzên HSD li derdora bakurê Helebê agahî dan.

 Artêşa Tirkiyê ku bi hinceta rawestana li ber terorîstan, ji sê salan berî niha va hin beşên navçeyên bakur û bakur rojhilata Sûriyê dagir kiriye, vê dawiyê li bakurê Sûriyê meqerên hêzên HSD li derdora bakurî ya Helebê mûşekbaran kir ku di encamê de hejmarek ji endamên HSDyê hatin kuştin. 

 Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê vê yekê de îdia kir di vê êrişê de ku di bersiva êrişa mûşekî ser meqereke Tirkiyê cih hat, zêdetir ji 100 gulleyên hawanê hatin avêtin. 

Hêzên HSD yê jî di bersiva vê êrişa Tirkiyê, bi mûşekên Gradê meqerên eskerî yên vî welatî dan ber êrişan ku hinek ji wan  li axa Tirkiyê ketin.

 Ji xeynî viya li cihên curbicur ên Sûriyê pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û artêşa Tirkiyê   derketine.

Serepeyv