Alîkarê Serokkomar û sê werzîrên kabîneya nû ya Erdogan kurd in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341779-alîkarê_serokkomar_û_sê_werzîrên_kabîneya_nû_ya_erdogan_kurd_in
Di kabîneya nû ya Erdogan de, çar kes ji wan Alîkarê Serokkomar û sê wezîrên Tendrustî, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Gencîne û Darayiyê kurd in.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Hezîran 05, 2023 13:31 Asia/Tehran
  • Alîkarê Serokkomar û sê werzîrên kabîneya nû ya Erdogan kurd in

Di kabîneya nû ya Erdogan de, çar kes ji wan Alîkarê Serokkomar û sê wezîrên Tendrustî, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Gencîne û Darayiyê kurd in.

 Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê, Cewdet Yilmaz, Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê, kurdê zaza ye ku li parêzgeha Bîngolê ji dayîk bûye. 

 Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê jî ku li Enqerê ji dayk bûye û xelkê bajarê Erdîşê yê Kurdistana Tirkiyê ye. Ew ku pêştir serokê Rêxistina Mîtê bûye tu carî amajeyî howiyet û nasnameya xwe ya kurdî nekiriye. 

 Muhemed Şîmşek, Wezîrê Gencîne û Darayiyê yê Tirkiyê jî endamekî din ê kurd ê kabîneya nû ya Erdoga e ku li Batmanê ji dayîk bûye û gelek fexrê bi kurdbûna xwe dike û çend caran di hevpeyvînên xwe de bi kurdî xeber daye. 

 Fexredîn Koca, Wezîrê Tebndrustiyê yê Tirkiyê jî hin di dewra derbasbûyî û him jî niha wezîr bûye bi eslê xwe ji kurdên Konyayê ye ku malbata wî di serdema osmaniyan de ji Kurdistana  Tirkiyê koçberî Konyayê bûne.