May 25, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Tirkiyê gef li Ermenistanê xwar

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê li dû avakirina bînayeke bîranînê li Yêrîwana paytexta Ermenistanê gef li vî welatî xwar.

Ev bînaya bîranînê ji bo operasyona Nêmêsîsê li Yêrîwanê hatiye danîn.

Nêmêsîs operasyoneke nihênî bû ku di heyama wê da hikmê mirinê ya serokên siyasî yên dewleta Osmanî bi cih hat. Ji dema nimandina bînaya bîranîna operasyon aNêmêsîsê li Yêrîwanê, Tirkiyê qada asimanî ya xwe li ser balefirên ermenistanî ku diçine welatên sêyem û jê derdikevin, girêdaye.

Li gorî rapora News Armenia'yê, Mewlûd Çawûşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê roja Çarşemiyê got: Tirkiye danîna vê bînaya dîrokî qebûl nake. Eger Ermenistanê şaştiya xwe serrast neke, em ê hin kiryaran dijî vî welatî bi cih bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê di rewşekê da dijî Ermenistanê helwêst hilêxistiye ku demek beriya niha gotibû ku welatê wî ji her zemîneyekê ji bo asayîkirina peywendiyan digel Ermenistanê pêşwazî dike.

 

Serepeyv